Break newsNûçeslide

DAIŞ 49 leşkerên Sûrî li Tedmurê dikuje

Yekîtî Media 10/12/2016

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, ku çekdarên DAIŞê gelekî nêzîkî bajarê Tedmurê bûne, piştî ku êrîşî bingeheke leşkerî ya rêjîma Sûriyê kirin, 49 leşkerên artêşa Sûriyê kuştin.

Rewangehê diyar kir, li nêzîkî zeviyê petrolê li navçeya “Muhir” li gundewarê Tedmurê, çekdarên DAIŞê kemînek li ber hêzên rêjîmê vedan, di encamê de  15 leşker hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Bi gotina Rewangeha Sûrî, niha çekdarên DAIŞê tenê 4 k.m ji bajarê Tedmurê dûr in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button