Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî spasiya kes û aliyên hevxem kir

Yekîtî Media 10/12/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasiya wan kes û aliyên, ku beşdarê pirseya xwişka wî ya mezin Eqlîmaxan bûne, kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, ragihand “Pir ji dil spasiya xwe pêşkêşî wan hemû birêzan dikim, ku li pirseya xwîşka min a mezin Eqlîmexan de hevxemî û serxweşiyên xwe ragihandine.”

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Pir bi dil spas û pêzanînên xwe pêşkêşî wan hemû birêzan dikim ku li pirseya xuşka min a mezin Eqlîmexan de hevxemî û serxweşiyên xwe ragihandiye.

Spasî wan hemû serkirde û kesayetiyên siyasî yên navxweyî û Iraqê û Konsol û Nûnerên welatan û kesayetiyên olî û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û kesayetiyên çandî û akademî û civakî û hemû çîn û tuwêjên Kurdistanê û hemwelatiyên birêz û Fermande û Pêşmergeyên qehreman û rêxistinên civaka medenî û ragihandinkaran û wan hemû birêzan dikim ku teşrîf anîne û amadeyê pirseya me bûne.

Heman demî de spasî wan hemû kesayetiyên siyasî û civakî yên her çar perçeyên Kurdistanê û Serok û serkirdeyên siyasî û kesayetiyên welatên cîran û cîhanê dikim ku li rêya telefon û şandina peyaman xema me kêm kirine. Xwedayê mezin padaşta me hemû aliyek bide.

Hêviya tendirustî û bexteweriyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Mesûd Barzanî

10.12.2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button