NûçeslideUncategorized

Carek din Av ji bo Hesekê ji navenda Elok tê şandin

Yekiti Media

Piştî nêzî 10 rojan ji birîna Avê li ser bajarê Hesekê û gundwarê wê û bajarokê Tiltemir Îro Ava hat dan û ji bo deverên navbûrî hat şandin.

Hêzên cekdar yên rikberiya Sûrî ku bi ser Tirkiyê ve ne berî çend rojan navenda Elok ya di bin kontrol wan de sekinandin û şandina Avê rawestandin û ji ber wê yekê gelek bang hatin kirin û doz destwerdanê ji hêla xelkên Hesekê hate kirin ku çareyekê ji çarenivîsa zêdî Melyon kesî re were pêda kirin.

Tê zanîn ku ev cara Şeşemîne ku Av ji ser bajarê Hesekê û gundwarê wê û bajarokê Tiltemir ji dema ku navnda Alok ketiye bi kontrola hêzên rikberiyê yên bi ser Tirkiyê ve.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button