Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Derbarê oparasyonên leşkerî Iraq hevrêziya xwe li gel Tirkiyê red dike

Yekiti Media

Wezareta derve ya Iraqî hevrêzî li gel Tirkiyê di oparasyonên leşkerî  yên dawî li dijî partiya Karkirê Kurdistatê PKK red kir .

Berdevkê fermî yê Wezareta derve ya Iraqî Ehmed Elsehaf di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku wezaret wan oparasyonên yek alî şermezar dike û ew karên wilo hewildanên şer li ser sînor zêde dike.

Di heman daxuyaniyê de Elsehaf hevrêzî li gel Tirkiyê di wan oparasiyonan de red kir.

Tê zanîn ku artêşa Tirkî di heyva bûrî de dest bi oparasiyoneke leşkerî bi navê Lepên Pilink li parêzgeha Dihokê li dijî partiya Karkirê Kurdistatê PKK kir bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button