Jannah Theme License is not validated, Go to the theme options page to validate the license, You need a single license for each domain name.
Break newsNûçeRaport

Çalakiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd bi boneya 119 saliya ji dayîkbûna Barzaniyê nemir

Bi boneya 119 saliya ji dayîkbûna Mela Mistefa Barzanî yê Nemir, li çend bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê digel çalakiyên bi vî rengî li Herêma Kurdistana Iraqê, gelek çalakî hatin lidarxistin.

Encûmenên xwecihî yên bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li “Qamişlo, Terbespiyê, Amûdê û Hesekê û Til Temir ” ev helkeft bi çalakiyên cûrbicûr vejandin.

Li bajarê Hesekê, endamên Encûmena Xwecihî ya Rojava li gundê Efendî û li pêşiya ofîsa encumenê dar çandin.

Herwiha li bajarê Tirbespiyê dar li goristanên pakrewanên Pêşmergeyên Roj li her du gundên Kirdêm û  Dêrûna Qelinka çandin, û li bajarokê Çilaxa jî endamên encûmena pakrewan Nesredîn Berhik dar li baxa ofîsa encûmenê çandin,û serokê encûmenê gotarek pêşkêş kir û tê de behsa dîrok û tekoşîna Barzaniyê nemir kir.

Herwiha li bajarên Amûdê, Qamişlo û Til Temerê û li kampa Giwêlan a penaberên Kurd li Herêma Kurdistanê, semînar hatin lidarxistin ku li ser jiyana rehmetî û rola wî ya berbiçav di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de .

Hêjayî gotinê ku Mela Mistefa Barzanî di 14ê Adara 1904ê de ji dayik bû, û di 1ê adara 1979ê de li Waşîntonê koça dawî kir.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button