Break newsNûçeslide
Birîtanya bijardeya leşkerî di Sûriyê de behs dike
Yekîtî Media 13/10/2016
Wezîrê Derve yê Birîtanyayê dibêje, ya baş ew e ku Birîtanya destêwerdaneke leşkerî di kirîza Sûriyê de bike.
Wezîrê Derve yê Birîtanyayê Borîs Jonson li pêş Komîteyeke parlementoya welatê xwe de ragihand, ya baş ew e ku Birîtanya destêwerdaneke leşkerî di kirîza Sûriyê de bike, lê ev gav divê di çarçoveya Hevpeymaniya Nadewletî û bi Amerîka re bê kirin.
Jonson amaje bi wê yekê jî kir ku, bijardeya zêdekirina sezayan li ser kesayetên rêjîma Beşar Esed vekiriye.