Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Jon Kêrbî: kampaniya rizgarkirina Mûsilê plana Iraqê ye

Yekîtî Media 13/10/2016

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser mijara hêzên beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin û çawaniyê wê de ragihand, Iraq dê biyarê bide.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Jon Kêrbî îro li Waşintonê konfranseke rojnamevanî pêk anî û tê de behsa operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û ragihand derbarê operasyonê de, peywendiyên bi yekser di navbera Tikiyê û Amerîkayê de tune.

Jon Kêrbî li ser pirsa der heqê “Tirkiyê bi rijde dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe” de wiha got: “Derbarê operasyonê ti peywendiyên me bi yekser bi Tirkiyê re tune. Ez careke din dubare dikim, kampanya rizgarkirina Mûsilê plana Iraqê ye. Hikûmeta Iraqê dê biryarê bide ka kîjan hêz dê beşdarî operasyonê bibin ne Amerîka. Ne em vê yekê diyar dikin, ev yek maye hêviya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button