Biratiya Derewan

Piştî hişyariya netewî ji Ewrupa derya derbas kir,û berê xwe da rojhilata navîn, di nîvê çerxa nozdehan de, hin tîrêjên wê ronahiyê gihane kurdistanê, rewşenbîr û ronakbîrên kurdan rahiştin pênûsên xwe û weke çekan bi kar anîn, mînak: M.Mehmûdê Bazîdê û ş.Ubêdê Nehrî, bere û enî dane ber xwe, bi mebesta serxwebûn û rizgarkirina xaka Kurdistan ji bin destên dagirkeran, û avakirina kurdistaneke serbixwe û azad, weha bizav, şoreş û serhildan berdewam bûn, ta weku ev roj, çemê xwînê herikîn, bin xaka kurdistanê tejî bûn ji cendekê nemiran, xort û lawên kurdan bê tirs xwe didane pêş, ta weko ev roj. Çendî şoreş û serhildanên kurdan armanc û nîşanên wan belo û eşkere bûn, ew jî serxwebûna kurdistan, çi nirx û buha be, gelê kurd dida û amadeye bide, xwîn, can û saman, û serbilind û geşbîn bûn, eger armanc têk diçûn lê hîviyên nifşên nûhatî geş û gurr tir dibûn û bi hêztir dibûn. Sed mixabin ku astengî û berberiya kurdan her dem û salan pirsgirêka herî mezin bû, di rêya serxwebûnê de, zana û rewşenbîran digotin: Hozîtî, êlîtî û nezaniyê mala me wêran kiriye, lê îro tu wate ji van gotinan re nema ye, piştî du sed salan pêşkêş û şoreşvanên kurdan hatine biratiya gelan radighînin, û dikin rêbaz û armanc, bi dehên hezaran ji xortên kurdan kirin can gorî, û bêhtir ji wan birîndar û kêm delamet, û nîvî xaka rojava dane dagerkirin, û nîvê gelê kurd hate koçberkirin, gelo eve biratiya Quling û Rovî? Biratiya xap, derew û pîlanan, ma raste we ji bîr kiriye ku rih dibe bost lê neyar nabe dost?
Adilê Evdile

You might also like