Gotar

Rêkeftinên Kurdî – Kurdî, nabe ku bibin rêkeftin heya ku bi cih nebin

Aştî Tîşê

Di heyama çend salên derbasbûyî de, ji destpêka şoreşa Sûriyê ve heya roja îro, aliyên Siyasî yên nakok li Rojavayê Kurdistanê hewlên çendîn rêkeftinan kirin lê tevahiya wan li ser xaka Rojavayê Kurdistanê bi cih nebûn, nemaze (Hewlêr1, Hewlêr2 û Duhok) ku tevahiya wan di navbera ENKS’ê û PYD’ê de bûn, û dibin çavdêrî û serpereştiya serok Berzanî de bûn .

Lê Mixabin ew rêkeftin bi destên PYD’ê hatin binpêkirin , paşguhkirin, û tenê ji bo hin bercewendiyên siyasî û leşkerî hatibûn bikaranîn.

Tevahiya rêkeftinên ku li ser pelikan li hev dikirin û îmze dikirin û weke rêkeftin dihatin binav kirin, li ser xakê dihatin binpê dikirin, û tenê TEV-DEMê yan jî PYD’ê ew ji bo ecindeyên xwe pêk tanîn û piştre binpê dikirin, bêyî ku percewendiya miletê Kurd û pêşeroja wî ber çav bigirin.

Bê guman asta baweriyê lawaz dibû û nakokî tundtir dibûn û rewş alozîtir dibû, û tenê yek aliyê siyasî li Rojavayê Kurdistanê parastin û bi rê ve birin li xwe digirt û tenê armanca wê çawa aliyên siyasî yên din tune bikin û lawaz bikin herwiha  bercewendiyên Kurdan li gorî siyaseta PKK’ê pêk bîne, lewma û piştî çend salan ji vê siyaseta yek alî Kurdan qelenekî giran danîn, qelenê windakirina  Çiyayê Kurmênc, Girê Spî û Serêkaniyê û bê guman bi sedan Gund hatin talan kirin û bi dest xistin bi destê dewleta Turk û hevalbendên wê ji çeteyên Sûriyê yên ku çarenûsa xwe radestî Dewleta Turk kirine.

Ev yek ji encamên mêjiyê yek aliyê li Rojavayê Kurdistanê, ku bi siyaseta xwe û karên xwe mihneyên mezin kirin Destê Turkiyê de, ku derbasî xaka me bibe û bibe meydana şerê Turkiyê û PKK’ê û Kurdên Sûriyê barekî girantir li wan kirin.

Ku rêkeftinên Kurdî bi cih bana gelo wê Efrîn çûba ne wisa ? Yan  bajarê Kurdan yên din? Gelo çima yek alî û çima binpêkirin û sergon kirin û çima zindan kirin û çima çarenûsa miletekî ku derfetek zêrîn jê re hatiye, ez têxim metirsiyê de??

Niha Kurd li ber qonaxeke din in û di rewşeke hestiyar de ne, û giftûgo di navbera aliyên Siyasî de li Rojavayê Kurdistanê li darin, gelo piştî van hemû salan wê ev rêkeftin wek wayên din be? Yan jî PYD’ê aqil ji dûvê rep girt?

 

Di gotina  min de atmosferên vê rêkeftina niha cûda ne ji yê berî wê, ji ber aliyê ku serpereştiyê dike Emerîka ye  û li ser Erdê ye, cih li Rojavayê Kurdistanê ye, Her wiha berpirsiyariya birêz (Mezlûm Ebdê) wek aliyekî leşkerî çavdêr, di heman demê de tunebûna Da’işê û berdewamiya gefên Turkiyê, û pêwîstiya deverê û aliyên siyasî bi li hev kirinekê.

Lê kêşeya herî mezin dest werdana PKK’ê di nav QSD’ê, PYD’ê û heval bendên wê de, û dibe ku ev xal û vegera leşkerên Roj yek ji zihmetirîn xal bin ku herdû alî li ser li hev bikin û bighêjin rêkeftinekê di dema ku hin rêderên PKK’ê li ser ragihandina girêdayî xwe eşkere dibêjin ku ew tucaran destê xwe ji Rojavayê Kurdistanê dernaxin.

Lewma bêhêviyek peyda dibe û dibe ku çav li Emerîka bin, bê wê çi rolê bilîze û heta kengî wê fişarê bike û xwe bibîne pabend di ber vê rêkeftinê de, bi taybet piştî serdana James Jeffry ji bo Rojavayê Kurdistanê.

Yan jî wê wek rêkeftinên din be, li hev dikin lê nayên bi cih kirin û PKK’ê dibe berpirsiyar di ber çarenûsa miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button