Gotar

Bereya Aştî û Azadiyê

Bereya aştî û azadiyê pingaveke erêniye, ji îro û paşerojê re, pîş û berdewamî ji giftugoyan di navbera kurdan de, çinku gengeşe pêdivîne di navbera kurd û pêkhateyên din de, yên li herêmê dijîn. Ragihandina vê bere yê ev roj pêdiviyeke girînge, piştî êrîşên leşkerî beru dawî diçin, çinku ev bere ne dijî tu laya ne, lê belê ji bo avakirina bi hevre, weku gelên sûrî, û ez dûr nabînim ku hin layên din jî xwe tevlî vê bereyê bikin, lê hinek dem û derfet pêdiviye, ji bona gengeşekirina hemî kêşên welat. Ev bere wê hemî kêşeyên welat yên netewî û niştimanî çare bike di rêya dan û standinê re, weku desthilat, reng û şêwe, û dabeşkirina erk û mafên her pêkhateyekî, û pêşroja welat bi rengekî dimoqrat, wekhevî dûr ji fişar û terorê. Bereya aştî û azadiyê konekî Sûriye, her la û rêxistin cihê xwe dibin de dibîne, çi rikber be, çi partî û rêxistin be, û çi hemwelatî be, Bere destên xwe dirêjî hemî xêrxwaz û alîkarên nêvdewletî dike, û hemî nêrîn û bizavên ji bona çareserkirina sûri yeke nû ava bike, bi rêya destûreke nû, li xwe bigere mafên herkesî ji dimoqratiyê û wekheviyê.kêşa kurdan kêşa dimoqratiyê ye, di gel peydabûna hemî mafên netewî, di çarçova welatê sûrî de, û bere wê kar bike di ber rakirina hemî kar û yasayên ne rewa dijî gelê kurd ku serdema rijêma Bes hatibûn bi kar anîn, û çareserkirina şûn mayên wan kiryaran, weke pêdana nasnameyan û vegerandina mafên winda, Weke ez dibînim pêdiviye Bere deriyê dan u standinê bi hemî rêxistin, partî û layan re veke, ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat, çinku tu la bi tena xwe nikare û nabe ku aramî û asayê bîne herêmê, avakirina welat erkê hemiya ne.
Nisrîn çeto

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button