Break newsNûçeslide

Bi dehan kuştî û birîndar di teqîna nanpêjgeha Salê li Hesekê û Da’iş ê da ser milê xwe

Yekîtî Media 6/7/2016

23 kesî jiyana xwe ji dest dan di encama teqîna xwekujî ya ku doh sêşemê 5ê Tîrmehê danê êvarî li pêşiya nanpêjgeha Salê li taxa Salihiyê li Hesekê di nav kesên sivîl de rûda, ji wan jinek û du zarok hebûn, herweha bi dehan kes birîndar ketin û hatin veguhestin bo nexweşxaneya Niştimanî û nexweşxaneyên taybet li bajêr.

Elî Şêxmûs mumerz e li nexweşxaneya niştimanî ji nûçegihanê Yekîtî Media re tekezkir ku hejmarek ji çekdarên PYD di vê teqînê de birîndar bûn û hatin veguhestin  bo nexweşxaneya Meydanî ya girêdayî PYD ê.

Rêxistina Da’iş ê ya terorêst di riya ajansa Amaq re teqîna nanpêjgeha Salê da ser milê xwe ku di riya xwekujekî re hat encamdan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button