Break newsRaportslide

Bi hezaran şehîdê pêşmergê Roj Danyal Hewas Mehmûd sipartin axê

Yekîtî Media 6/7/2016

Doh sêşemê 5ê Tîrmehê, bi hezaran welatiyên Kurdistana Sûriyê beşdarî merasîmên cenazeta şehîdê pêşmergê Roj Danyal Hewas Mehmûd bûn , ji dergehê Sêmalka yê sînorî û ta gundê Çolmê gabara ku ew li wir sipartin axê.

Cenazeta pêşmerge Danyal ji dergehê Sêmalka derbasî Kurdistana Sûriyê bû û di bajarên ( Girkê Legê – Çil Axa – Tirbe Sipiyê – Qamişlo – Amûdê ) re derbasbû ligel pêşwazî û beşdarbûnê miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê ta gihişt gundê Çolmê gabara ku ew li wir sipartin axê.

Di merasîman de Beşar Emîn gotinek bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ê da, herweha Mihemed Şêxmûs gotina xwecihiya Amûdê ya ENKS ê got.

Pêşmerge Danyal Hewas Mehmûd sala 1992 li taxa Miftî li Hesekê ji dayik bûye, sibeha roja sêşemê 5ê Tîrmehê li mihwerê Askê li Mûsilê pakrewan bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button