Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê bilindtirîn çiyayê Efrînê bombebaran dike

Yekîtî Media
Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di roja 10emîn de berdewam û bilindtirîn çiyayê Efrînê û bendava Meydankê bombebaran dike.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyanîyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên bi ser wê ve, çiyayê Gir li navçeya Bilbilê ya Efrînê bombebaran kir.
Navenda Ragehandina HSDê da zanîn jî, li derdora gundê Hemam yê navçeya Cindirêsê pevçûnên giran derketin û ziyaneke mezin gihêşt artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button