Break newsNûçeslide

Nivîsgeha ragihandinê ya ENKSê daxuyaniyek ji bo raya giştî belavkir

Yekîtî Media
Nivîsgeha ragihandina Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê (ENKS) daxuyaniyek derbarê rewşa Efrînê belav kir û têde ragihand, ku ji destpêka operasyona artêşa Tirkiyê ve, wan helwesta xwe diyar kiriye û ew wê êrîşê wek hemû corên destwerdanên din yên serbazî di Sûryê de şermezar dikin.
ENKS di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku ew helwesta wê ne ji bo xwe nêzîkî hin aliyan bike yan jî ji bo armancên tekteîkî ye, lê ew vê helwestê weke erkekî li ser milê xwe dibîne, ji bo parastina ewlehiya gelê Kurd bi taybetî û yê Sûrî bigiştî û ji bo vê meremê jî, sikirtariya giştî ya ENKSê biryarek derxist û ji hemû encûmenên xwe yên xwecihî xwestiye ku xwepêşandan û çalakiyan li dijî wê êrîşê bikin, hevdem li gel wê yekê jî, komîteya pêwendiyên derve ya ENKS bi serokatiya serokê Encûmenê Siûd Mele, li welatê Belcîka li gel Yekîtiya Ewropa û li Almanya li gel berpirsên wî welatî civîn lidar xist û ji wan xwest ku kar jib o rawestandina êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê bikin.
Her di wê daxuyaniyê de hatiye, ku ENKS hemû bizavên xwe ji bo piştevanîkirina xelkê Efrînê û eşkerekirina kiryarên Tirkiyê kiriye, lê PYD beramberî wan bizavan, di medya xwe de êrîşî ENKSê dike û bihane û nûçeyên nerast belav dike.
Li gorî daxuyaniya ENKS: “Di roja Çarşemê 24 vê mehê de, televizyona Ronahî ya ser bi PYDê ve, di bultena xwe ya erebî de nûçeyek bi navnîşana (Çeteyên ENKS beşdariyê di êrîşa li ser Efrînê de dikin) weşandiye û navên hin girûpan belav kiriye ku ti pêwendiya ENKS bi wan re tine ye, ji ber ku ti hêza serbazî ya ENKSê ne li Sûryê nejî li Tirkiyê tine ye”.
ENKS dibêje: “Li şûna ku PYD pêwendiyên xwe li gel ENKS xweş bike û girtiyên siyasî ji zindanên xwe azad bike, hin endamên yên partiyên Encûmenê destser dike, ji wan jî (Cemal Şêx Ismaîl Zade) ku ji aliyê PYDê ve hatiye girtin”.
Di dawiya daxuyaniyê de, ENKS ji PYDê dixwaze ku girtiyan berde û biryarên li dijî ENKSê stendiye û hemû tedîbêrên ku astengiyan ji gelê Kurd re çêdikin û bi taybet ji xortan re, hilweşîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button