Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Erdogan : Îsraîl dewleteke terorîst e

Yekîtî Media
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, rexneyên tund li Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu digire ku gotiye, leşkerên Tirk li Efrînê sitemkarî dikin. Erdogan got, Îsraîl dewleteke terorîst e û çi li Xeza û Orşelîmê dike li pêş hemû cîhanê ye.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Edenê bersiva Serokwezîrê Îsraîlê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da û got: “Serokwezîrê Îsraîlê ne muxatabê min e, Artêş Îsraîlê çiqas sitemkar e, hemû cîhan baş dizane. Îsraîl û Artêşa xwe li hember mazlûman wêrek in. lê derveyî wan ne wêrek in, belangaz û tirsonek in. Ji xwe hemû sîtemkar tirsonek in. Derketiye dibêje leşkerên Tirkiye li Efrînê sitemkarî li mazluman kiriye. Ey Netanyahu, tu pir lawazî, Em li wê derê li hember terorê têdikoşin, lê derdê te ne terorîst in, jiber ku dewleta te terorîst e. Tiştên wek dewleta terorîst we li Xezayê û Orşelîmê kirine, li holê ne.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button