Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokê Katelonya : Êrîş bandorê li kampîna giştpirsiya serxwebûnê nake

Yekîtî Media 19/8/2017

Serokê Herêma Katelonyayê Carles Puigdemont ragihand, êrîşa bi xwîn ya ser Barcelona ya paytexta herêmê, dê ti bandorê li ser plana encamdana giştpirsiya serxwebûn û cudabûna ji Îspanya neke.

Li gor plana Hikûmeta Herêma Katelonyayê, biryar e roja 1ê Cotmeha bê, wate 6 rojan piştî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê , li wê herêmê giştpirsî ji bo serxwebûna herêmê  birêve diçe.

Carles Puigdemont diyar kir, divê êrîşên li Barcelonayê digel kampîna serxwebûnê neyên tevlîhev kirin û got, ku nabe êrîş ji bo mebestên siyasî û li dijî kampînê werin bikar anîn.

Praniya kursiyên parlamentoya vê herêmê di destê alîgirên serxwebûnê de ne û biryar dane roja 1 Cotmehê, biryara serxwebûnê bidin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button