Break newsNûçeslide

Mele Bextiyar ji nava YNK derket

Yekîtî Media 18/10/2017

Serkirdeyê Yekîtî Niştimanî Kurdistanê Mela Bextyar dibêje, êdî ew YNK bi cî dihêle û ew beşdarî civînan nabe.

Di peyameke nivîskî de, Mela Bextyar berpirsê Detseya Kargêrî ya YNKê, dibêje, di civînên ligel PDKê û aliyên din  wî daxwaz kiribû ku alternatîvek ji referandumê re bê dîtin û bi Bexda û Amerîka, Brîtanya û welatên herêmî dest bi diyalogê bikin.

Mela Bextyar dibêje xetereke mezin li ser başûrê Kurdistanê heye, ku bibe 2 îdare, û ew jî ji ber destêwerdana herêmî û navdewletî û şerê navxweyî, û metirsiya cudabûnê li ser YNKê jî heye.

Mela Bextyar dibêje ew li dijî diyardeya 2 îdareyî ye li herêma Kurdistanê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button