Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Îsam Zehir Eddîn li Dêrazorê hate kuştin

Yekîtî Media 18/10/2017

Fermandarê Operasyona Dêrezorê yê rêjîma Sûriyê Emîd Îsam Zehredîn ku bi navê (Şêrê Pasdarên Komarî) tê naskirin li Dêrezorê hate kuştin.

Tûra medyayî ya ragihandina şer a Sûriyê belav kir, Fermandarê Operasyona Dêrezorê Emîd Îsam Zehredîn li Dêrezorê di encama teqîna bombeyeke çandî de canê xwe ji dest da.

Artêşa Rêjîma Sûriyê bi serperiştiya Emîd Îsam Zehredîn destpêka Îlona borî ve karî dorpêça li ser Dêrazorê û firokxaneya leşkerî ya Dêrezorê bişkîne û derbasî nava wî bajarî bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button