Break newsNûçeslide

Karwaneke din ji Hêzên Şeibî ên ser bi Rêjîma Sûriyê ve derbasî Efrînê dibe

Yekîtî Media
Karwaneke din ji milîsên Hêzên Şeibî yên ser bi rêjîma Sûriyê bi ala Sûriyê û wêneya Beşar Esed derbasî herêma Efrînê bûn.
Kenala Al-Mayadeen ragihand, îro komeka din ji milîsên Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê derbasî Efrînê bûn û li meydana Azadî ya bajarê Efrînê rastî pêşwaziya gel û YPGê hatin.
Cîgirê Serokê Hêzên Şeibî Îbrahîm Mektebî ku bi sereperiştiya wî ew hêz derbasî Efrînê bû ji wê kenalê re got: “Em kesine sivîl in û xwebexş in tevlî hêzên ser bi artêşa Sûriyê bûne. Em hatine rê li ber perçekirina xaka Sûriyê bigirin û hêzên me li tevahiya navçeyên sînorî belav bûne.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button