Break newsNûçeslide

Serok Barzanî û şanda ENKSê rewşa Efrînê gotûbêj kirin

Yekîtî Media
Serok Mesûd Barzanî, li Selaheddîn pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrya (ENKS) kir.
Di civînê de dawîn pêşhatên siyasî û emnî yên Rojavayê Kurdistanê û bajarê Efrînê hatin gotûbêjkirin û derbarê pêşeroja rojhilatê çemê Firatê û hevkêşeyên serbazî û siyasî li wê deverê jî gotûbêj kirin.
Her di wê civînê de şanda ENKSê kurteyek derbarê pêwendiyên wan li gel hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û aliyên Sûrî û çalakiyên siyasî yên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûrya, ji Serok Barzanî re pêşan dan.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî di gotina xwe de bal kişand ser pêşeroj û astengiyên li pêşya gelê Kurd li Sûrya û nerînên xwe derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê ji şanda ENKSê re da xuyakirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button