Break newsNûçeslide

Jon Kêrbî : Min nebihîstiye PYD ofîsekê li Amerîka vedike

Yekîtî Media 18/1/2017

Berdevkê Wezareta Derve ya radigihîne ku, ti agahiyên wî tune ne ku PYDê dê ofîsekê li Amerîka veke.

Berdevkê Wezareta Derve ya ya Amerîkayê Jon Kêrbî di presskonferansa xwe ya asayî de, li ser pirsa rojnamevanekî, ku gelo rast e Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dê, li Amerîkayê ofîsê veke, ragihand: “Min bi xwe tiştek weha nebihîstiye. Tu agahiyeke min a weha nî ne!”

Hin rojnameyên Tirkiyê û medyayên nêzîkî PKK û PYDê dabûn diyarkirin, ku “PYD dê li Amerîka ofîsa xwe veke”. Herweha li gor heman medyayan Hevseroka  Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Ilham Ehmed jî ragihandibû, ku “Xebatên wan ji bo vekirina nûneratiyê li Amerikayê didomin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button