Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka baregehên DAIŞê li Babê bombebaran dike

Yekîtî Media 18/1/2017

Piştî rexneyên Tirkiyê ji Amerîka re, Amerîka li derdora bajarê Babê yê li bakurê rojhilatê Helebê hin baregehên DAIŞê armanc kirin.

Artêşa Amerîkayê ragihand, wan hin lêdanên asmanî li dijî armancên DAIŞê ku cihê giringiyê ne li cem Amerîka û Enqerayê encam dane.

Ev yek di demekê de tê, ku Tirkiyê gelek rexne li Amerîkayê girtibûn, ku Amerîka wek pêwîst piştgîriya Tirkiyê di operasyona Mertala Feratê de nake.

Kolonel  John Dorian di çend rojên borî de ragihandibû, ku wan 4 armancên DAIŞê li Babê ku ji Amerîkayê re girîng bûn, bombebaran kirine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button