Break newsNûçeslide

Hêzeke Amerîkî operasyoneke daketina esmanî li Dêrazorê kir

Yekîtî Media 22/4/2017

Artêşa Amerîka operasyoneke leşkerî li dijî çekdarên DAIŞê li derdora bajarokê Bokemalê yê girêdayî Dêrazorê kir û karî Waliyê DAIŞê yê Ferêt desteser bike.

Ajansa “AA” belav kir, şeva borî hêzeke Amerîkî bi riya firokyan re operasyoneke daketina esmanî li ser gundê Baxoz ya ser bi Bokemalê kir.

Li gor zanyariyên wê ajansê, firokeyên Amerîkî ji binkeya Esedî ya Iraqî ya esmanî ew operasyon encam daye.

Wê ajansê amaje bi wê yekê kiriye, Waliyê DAIŞê bi otombîleke leşkerî ji Iraqê çûbû bajarokê Bokemal û di wê operasyonê de hate desteserkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button