Break newsNûçeslide

YNK û Goran piştevaniya referandûma serxwebûnê dikin

Yekîtî Media 22/4/2017

Serkirdayetiya Hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê di daxuyaniyekê de ragihandin, piştevaniyê li encamdana referandûmê dikin û ragihandina serxwebûna Kurdistanê mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniya Serkirdayetiya Hevbeş a YNKê û Tevgera Goranê de hatiye, serkirdayetiya Hevbeş tekezî li ser wê yekê dikin, ku referandûm û serxwebûn û damezrandina dewleta Kurdistanê mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, herdu alî hevdeng in li ser wê yekê, ku mafê çarenivîsî û ragihandina serxwebûnê mafê gelê Kurdistanê ye û pêwîst e amadekarî ji her aliyekî de bê kirin bo encamdana referandûmê.

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê daye ku, encamdana referandûmê babeteke niştimanî ye û bo berjewendiya bilind a gelê Kurdistanê li parlementoya Kurdistanê yekalî dibe.

Serkirdayetiya Hevbeş a YNKê û Tevgera Goranê tekezî li wê jî dikin, divê referandûm li navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn û derveyên sînorê îdarî yê Herêma Kurdistanê ne jî were kirin.

Îro serkirdayetiya hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bo gotûbêjkirina pisa referandûmê û çend pirsên din li silêmaniyê civiya bû.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button