Break newsNûçeslide

Helbestvanê Kurd Ehmed ê Şêx Salih koça dawî kir

Yekîtî Media 22/10/2017

Sibeha îro li nexweşxana Şar ya bajarê Hewlêrê, helbestvan Ehmed Şêx Salih koça dawî kir û cenazê wî gihişt Kurdistana Sûriyê.

Şêx Salih li gundê Ên Dîwar yê ser bi bajarê Dêrikê ve jidayik bû, gellek helbestên navdar rêsa ku gellek hunermendên Kurd wek Mihemed Şêxo û Seîd gabarî helbestên wî stirane, ji wan helbestan: Cana min cana min, Şiyar bûm konê reş xuya kir û hin helbestên din.

Helbestvan Ehmed Şêx Salih di wesîyeta xwe de nivîsiye: Di dema veşartina min de, bila gotin li ser min nebin û çilrojiya min jî çênekin.

Tê zanîn ku gorbuhiştî endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya yê bû û çend xelat wergirtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button