Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tillerson: Divê milîsên Îranê ji Iraqê vekişin

 Yekîtî Media 22/10/2017

Wezîrê derve yê Amerîka Reks Tillerson hişyarî da milîsên şî’e yên ser bi Îranê ve li Iraqê û daxwaz kir ji nav axa Iraqê derkevin.

Reks Tillerson piştî civîna wî li gel hevpostê wî yê Siûdî Adil Cubêr, derbarê damezrandina encûmeneke taybet bi hevrêziyê di navbera Sûdiyê û Iraqê de ragihand, ji bo aramiya navçeyê, divê pêwendî di navbera herdu welatan de berdewam be.

Tillersor diyar kir, aramiya navçeyê wê mifayê li tevahiya gelên navçeyê bike, ji Kurd, Şî’e û Sunne û encûmena hevrêziyê di navbera Siûdiyê û Iraqê de bandoreke erênî dike

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button