Break newsNûçeslide

HDP kongreya xwe ya awarte lidar dixe

Yekîtî Media 20/5/2017

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro kongireya xwe ya sêyemîn a awarte lidar dixe.

Piştî ku mafê endambûna HDPê û mafê parlementeriyê ji dest hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yûksekdagê hate standin, HDP bi neçarî kongreya xwe lidar dixe û endameke din ya jin bo postê hevserokatiyê hildibijre.

Kongireya HDPê li Paytexta Tirkiyê Enqerê li Navneda Bazirganiyê ya Cîhanê bi rê ve diçe. Tenê endamên delege û rêveberên partiyê beşdarê kongireyê dibin. Lê welatî beşdar nabin.

Tê pêşbînîkirin ku Serpîl Kemalbay ji bo Hevserokatiya HDPê bibe namzet.

Tê zanîn ku hevserokên HDPê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag ji 4ê Çiriya Paşînê ve zindanî ne.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button