Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Trump ji Siûdiyê peyameke tund arastî Îranê dike

Yekîtî Media 20/5/2017

Wek yekem serdana xwe bo derveyî welat piştî wergirtina posta Serokatiya Amerîka, Donald Trump îro gihêşt Erebistana Siûdiyê û gotarekê derbarê Îslamê de jî pêşkêş kir.

Serokê Amerîka Donald Trump ligel Xanima Yekem ya Amerîka Melania Trump, Keça wî ya mezin Ivanka Trump, Mezin Şêwirmend û zavayê xwe Jared Kuşner Îro gihêşt Riyazê paytexta Siûdiyê û bi germî pêşwazî lê hate kirin.

Trump vajî serokên berê yên Amerîkayê, ku di yekem serdanên xwe yên bo derveyî welat de, serdana welatên cîran dikirin, lê Trump serdana Siûdiyê kir û dosyayên navçê guftûgo dike.

Şahê Siûdiyê Şah Selman kurê Ebdilezîz ku berê li Waşingtonê serdana Donald Trump kiribû û daxwaza hevbeşiyeke nû di navbera Amerîka û wî welatê Îslamî de kiribû, îro Siûdiyê di lûtkeyekê de mêvandariya Trump dike.

Li gor zanyariyên şarezayê pêwendiyên derve Filip Gordon, Trump di serdana xwe de peyameke gelekî tund arasteyî Îranê dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button