Break newsNûçeslide

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê: Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye

Yekîtî Media 4/6/2017

Nivîsîngeha Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê bersiv da îdîayên balyozê berê yê Iraqê li Waşingtonê Loqman Feylî û got: “Gotinên ku dibêjin, rêveberiya Amerîkayê dijberiya xwe ji bo giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê ji Mesrûr Barzanî re ragihandiye, ne rast in.”

Nivîsîngeha Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê îdîayên balyozê berê yê Iraqê li Waşingtonê Loqman Feylî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Navborî ne berdevkê rêveberiya Amerîkayê ye, ku bi navê wan daxuyaniyan bide!”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em ji bo raya giştî eşkere dikin, ku di tevahî hevdîtinên Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê yên ligel berpirsên bilind ên Amerîkayê de, hevsozî û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo daxwazên gelê me hatiye dubarekirin. Herdu aliyan jî tekezî I ser wê yekê kirine, ku divê hemû pirsgirêk bi hev fêmkirin û bi şêwazên aştiyane werin çareserkirin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button