Break newsNûçeslide

HSDê Bendava Azadî ya nêzî Reqayê kontrolkir

Yekîtî Media 4/6/2017

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Bendava Azadî ya li nêzî Reqayê ye, bi temamî rizgar kirin.

Piştî kontrolkirina bajarê Tebqayê, şerê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞê li derdora Bendava Azadî destpê kiribû e.

Hat ragihanin ku Hêzên HSDê  Bendava Azadî  ku li başûr rojavayê Reqayê ye bi temamî ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

HSDê li derdora bendavê dest bi operasyona paqijkirinan mayîn û teqemeniyên DAIŞê kirin.

Bendava Azadî bi 27 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê. Ew sêyemîn mezintirîn bendav e li Sûriyê, li ser Çemê Ferat.

Bi gotina fermandarên HSDê, piştî kontrolkirina Bendava Azadî ewê têkevin qonaxa kontrolkirina Reqa, ku weke paytexta DAIŞê li Sûriyê tê naskirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button