Break newsNûçeslide

Di encama ketina Hawinekê de kuştî û birîndar di malbateke penaberên Dêrazorê de ketin

Yekîtî Media 21/7/2017

Avêjtokeke Hawinê ku jêderê wê ne diyar e, sibeha roja îniyê 21ê meha tîrmehê, li ser malbateke penaber ji Dêrazorê li devera Cezra ket, di encamê de kuştî û birîndar ketin.

Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û jinek û sê zarok birîndar bûn, û hatin veguhestin ji bo nexweşxaneya niştimanî li Hesekê.

Tê zanîn ku devera Cezra 70 km dikeve bakurê rojavayê Dêrazorê , û niha ew di bin kontrola HSDê de ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button