Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Seroka Parlamentoya Rêjîma Sûriyê ji kar hate dûrxistin

Yekîtî Media 21/7/2017

Parlamentoya Rêjîma Sûriyê bi piraniya dengan Seroka parlamentoyê Dr. Hediye Ebas ji karê wê dûr xist.

Parlamentoya Rêjîma Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand, ku biryar bû di civîna parlamentoyê de programa navxwe ya parlamemtoyê bihata gotûbêjkirin lê Seroka Parlamentoyê Dr. Hediye Ebas bêyî gotûbêjkirinê, program xistiye dengdanê.

Parlamentoya Rêjîma Sûriyê seroka xwe bi reftarên demokratîk tometbar dike û diyar dike, ku vê yekê bandoreke nerênî li parlamentıyê kiriye û ew bûye sedem, ku gelek kêmasî bikevin ser hev.

Li gorî daxuyaniyê niha Necdet Îsmaîl Enzûr, ku cîgirê wê bû, şûna Dr. Hediye Ebas girtiye.

Ev yekemîn car e, ku di dîroka deshelata Partiya Bees ya Sûriyê de, parlamenter bi dengên xwe serokê parlamentoyê diguherin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button