Break newsNûçeslide

Xefûr Mexmûrî: Pêwîst e PKKê rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire

Yekîtî Media 19/3/2017

Sekretêrê PYNDK ê Xefûr Mexmûrî bang li PKKê dike, pêwîst e PKKê rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire û sûdê ji ezmûna Pêşmerge ya li Kobanê werbigire.

Sekretêrê Partiya Yekîtiya Netewî ya Demokrat a Kurdistanê (PYNDK) Xefûr Mexmûrî di merasîma 22emîn salvegera partiya xwe de banga TEV-DEM û ENKSê kir, ku di zûtirîn dem de vegerin rêkeftina Dihokê, da ku bi hev re rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bikin.

Mexmûrî got ku, pirsgirêk û nakokî di navbera aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê gelek in, pêwîst e jî hemû alî bi hev re bigihin çareseriyekê, da ku bi hev re rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bikin. bi hev re dikarin wan destkeftan biparêzin, heger na jî, ew hemû destkeftan ji dest bidin.

Derbarê aloziyên li navçeya Xanesorê ya li Şingalê de Mexmûrî ragihand, pêwîst e PKKê rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigre û her cihekî ku rizgar kiribe, neke milkê xwe. Pêwîst e PKK alîkar be, ne ku bibe sedema derketina pirsgirêkan.

Herwiha Mexmûrî amaje bi çûna Pêşmerge bo Kobanê kir û got, pêwîst e PKK sûdê ji ezmûna hêzên Pêşmerge ya li Kobanê werbigire, ku piştî erkê xwe bidawî kirin, vegeriyan cihên xwe.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button