Break newsNûçeslide

Serokwezîrê Îtalya: Bi hêvî me di zûtirîn dem de danûstendin di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê bikin

Yekîtî Media

Serokwezîrê Îtalya Paolo Gentiloni di nameyekê de, ku ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandiye, daxwaza destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike.

Gentiloni di nameya xwe de dibêje: “Em û civaka navdewletî bi hêvî ne danûstedin bi lez di navbera Hewlêr û Bexdayê destpê bikin, daku hemû pirsgirêkên di navberda herdu aliyan de, di çarçoveya Iraqeka yekgitî, federal û demokrat li gorî destûra Iraqê bên çarekirin”.

Serokwezîrê Îtalya di nameya xwe de diyar kir, ku welatê wî bi giringî rewşa di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de dişopîne û got: “Şerê li dijî terorê xala me ya hevpar e û em gellekî ji pêşveçûnên serbazî ji bo rizgarkirina bajaran ji destê DAIŞê dilxweş in”.

Gentiloni di dawiya nameya xwe dibêje: “Parastina Aramiya deverên nû hatine kontrolkirin, faktereke bingehîn e ji bo vegera mişextan û ew yek rê li ber dubarebûna gefên terorê digire”.

Îtalya yek ji wan welata ne, ku rahênana serbazî ji artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge re dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button