Break newsNûçeslide

Serok Barzanî bi boneya hatina “cejna Çarşema Sor” pîrozbahiya Kurdên Êzîdî kir

Yekîtî Media 18/4/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna sersala Êzidî “Cejna Çarşema Sor” peyamek arasteyî Êzidiyan dike û radigihîne: “Kurdên Êzîdî beşekî azîz û veneqetiyayî ya gelê Kurdistanê ne, rê nadin ti aliyek xwe li ser Êzidiyan bisepîne.”

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de ku li malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, tê de hatiye, “Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzîdî, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xuşk û birayên Kurdên Êzîdî li Kurdistan û Cîhanê dikim.

Kurdên Êzîdî beşekî azîz û veneqetiyayî ya gelê Kurdistanê ne. Xweşî û êşên wan xweşî û êşên gelê Kurdistanê ne. Bi dirêjahiya dîrokê xuşk û birayên me yên Êzîdî bi sedema nasnameya olî û neteweyî tûşî karesatan hatine, lê belê pabendbûna wan ya bi nasnameya Kurdayetiyê û ola wan, hemû plan û sîtemekî li dijî wan pûç kiriye.

Spas ji bo xweda bi cangoriya Pêşmerge terorîstên DAIŞê hatin têkşikandin û DAIŞê baca tawanên xwe da û serê wan kete bin piyê Êzîdiyan û êdî nabê rê bê dayîn hîç karesat û êşeke din di derbarê xuşk û birayên me yên Êzîdiyan de dûbare bibê.

Li cejna serê sala Êzîdî da ewe dûpat dikîn ku gelê Kurdistanê palpiştê Êzîdiyane û rê jî nadîn hîç aliyek xwe li ser wan de bisepîne û biryardana li çarenivîs û paşaroja wan tenê di destê Êzîdiyan bi xwe da dibe.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button