Break newsNûçeslide

Şanda ENKSê li Waşintonê ligel wezareta derve ya Amerîkî civiya

Yekîtî Media
Li Waşinton, şanda ENKS bi rayedarên Amerîkî re civîya û mijara sereke ya wê hevdîtinê jî, êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê û pirsa Kurd bû li Sûriyê.
ENKS di daxuyaniyekê de ragihand ku şanda ENKS bi serokatiya serokê ofîsa pêwendiyên derve Kamîran Haco û Îbrahîm Biro li Waşinton, hevdîtinek bi berpirsê ofîsa wezareta derve ya Amerîka û rêvebirê karûbarên rojhelata navîn di wezaretê de pêk anîn.
ENKS ragihand ku herdu aliyan li ser wê yekê tekez kirin ku êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, rewşa Sûriyê aloztir dike û divê şer were rawestandin, û rê li pêş çareseriya siyasî vebe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button