NûçeslideUncategorized

Rêxistina Hewlêrê ya partiya Yekîtî konfiransê xwe li darxist

Yekiti Media

Rêxistina Hewlêrê ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya roja Çarşemê  27-2-2019 konfiransê xwe yê normal li hola razangeha Darîn li darxist.

Bi kêlîkeke bê deng ji canê pakrewanên Kurd û Kurdistan konfirans destpêkir di paşre sekretêrê partiya Silîman Oso li ser rewşa siyasî derbarê Sûriyê û Kurdistana Sûriyê û pêşhatên hatên dawî axivî.

Dilgeş Sînan ku endamê rêxistina Hewlêrê ye ji Yekîtî Mîdiya re ragihand ku konfiransê wan karê komîtên berê nerxand û bi berpirsiyarî kêmaniyên berê rexne kir.

Li ser heman kongirê endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî Merwan Îdê ku çavdêriya konfirans di kir ji malpera Me re got konfiransê Hewlêrê balkêş bû û hijmarek mezin ji hevalan lê amade bibûn û berbirsiyariyeke mezin konfiransê xwe bi rêvebirin.

Îdê balkişand ku wan konfirans li kampên Hewlêrê û Dihokê jî li darxistin û tevaya wan bi şêeyekî normal û bê piresgirêk bi rêveçûn û diyar kirk u di rojên tê de ewê konfiransê Silêmaniyê jî li darxin.

Tê zanîn ku di heman dema konfiransên herêma Kurdistanê konfiransê hundirê welat jî hatin li darxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button