NûçeslideUncategorized

Rewşa tenduristiya hunermendê navdar Seîd Gabarî di metrsiyê de ye

Yekiti Media

Hunermendê Kurd yê navdar Siîd Gabarî di rewşeke tenduristî lawaz de derbas dibe û ev çend rojin ku di nexweşxaneyeke Hewlêrê de di bin çavdêriya bijîşkan de dijî û jiyana wî di metirsiyê de ye.

Tîma bijîşkên nexweşxaneya Hewlêrê li ser nexweşiya Gabarî Ragihandin ku ew li rastî penceşêra singê hatiye û ew di bin alavên nefesê de dijî.

Seîd Gabarî xelkê gundê Xirbê Kejê ye yê bi ser bajarê Amûdê li Kurdistana Sûriyê ve ye, û yek ji hunermendên naskirî ye li Kurdistanê û gelek sitranên wî navdar bûne û gelek stranbêj jî bi stranên wî hatine naskirin.

Ew hunermendekî nêzîkî seydayê Tîrêj û Cegerxwîn bû, gelek helbestên wan kirin stran. Yek ji stranên wî yê gelekî naskirî Bilbilê Dilşad e, ku seydayê Tîrêj nivîsandibû.

Seîd Gabarî, tevî ku nabîne jî, çûbû nav hêzên Pêşmerge û weke hunermendekî di nava şoreşê de cih girtibû.

Wî li kêleka stranên şoreşgerî, stranên evînî û gelêrî jî gotine û xwediyê zakireyeke gelekî xurt bû.

Seîd Gabarî bavê 8 zarokan e û di sala 1956 de ji dayîk bû ye, 64 salî ye û ev bêhtirî 50 sal in stranan dibêje.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button