NûçeslideUncategorized

QSD êrîşa li ser nivîsgeha PDKS ziyanê dighîne Rêvberiyê û ew kes wê bên siza kirin

Yekiti Media

Roja Yekşemê 15-8-2020 Ciwanên Şoreşger yên bi ser partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD êrîşî nivîsgeha partî Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya PDKS kirin.

Di wê êrîşê de Ciwanênşoreşger siloganên partiya Karkirê Kurdistanê PKK li ser dergehê nivîsgeha nivîsandin û destdirêjî li Ala gelê Kurdistanê û logaya partiyê kirin.

Derbarê wê kiriyarê berpirsê ragihandnê di Hêzên Sûriya Dîmuqrta QSD Mistefa Balê di daxuiyaniyekê de di riya alavên ragihandinê  êrîşa li ser nivîsgeha PDKS şermezarkir û got ev êrîş ziyanê dighîne Rêveberiya Xweser û kesên bi vê kiryarê rabûne wê bên siza kirin .

Di heman şevê de hêzên Esayişê ew silogan ji ser dîwarê nivîsgeha PDKS rakirin û her tişt weke berê vegerandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button