Break newsNûçeslide

Peyama Barzanî li ser koça dawî ya Newşîrwan Mistefa

Yekîtî Media 19/5/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Serokê Giştî yê Goranê Newşîrwan Mistefa peyameke serxweşiyê belav kir.

Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de, serxweşî li malbata Newşîrwan Mistefa, kesûkarê wî, endam û alîgirên Tevgera Goranê dike û hêvî dike, ku Xwedayê mezin rihê wî bi biheşta ferah şad bike.

Peyama serok Barzanî bi vî awayî ye:

“Bi navê Xwedayê bexşîner û dilovan

Bi boneya koça dawî ya birêz Newşîrwan Mistefa ez sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, kesûkarên wî yên birêz û endam û alîgirên Tevgera Goranê dikim. Ji Xwedayê mezin daxwazkar im, ku xwedê jê razî bi biheşta xwe ya ferah şad bike û sebir û aramiyê bibeşe hemû aliyekê.

Em ji Xwedê ne û vedigerin bo Xwedê”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button