NûçeslideUncategorized

pêşmerge û hunermendê navdar Siîd Gabarî bi xaka Hewlêra paytext hate spartin

Yekiti Media

Bi demjmêrên ber banga roja Duşemê 4 gulana 2020 an hunermendê navdar yê Kurd Siîd Gabarî li nexweşxaneyekê li Hewlêra paytext jiyan xwe ji dest da.

Gabarî ji giringtrîn hunermendên Kurd bû li seranserê Kurdistanê, ku ew ji dayik bûyê gundê Xirbê Kejê li gundwarê bajarê Amûdê bû, û temnê xwe ye 64 salî bi tevayî di ber xizmeta huner û piresgirêga gelê Kurd de bûrand.

Siîd Gabarî hejmarek mezin ji stranên Kurdî ( netewî, civakî, evînî, kevnetor) saz kiriye û bi dengê xwe strayê, û bi wê yekê derbasî her mala Kurdî bibû.

Hunermendê Kurd Siîd Gabarî tevî pêdiviya xwe ya taybet tevlî refên şoreşa Eylûlê bibû û li ser destên hêzên ewlkariya Iraqî hate binçavkirin û di paşre ji bo hêzên ewlehiya Sûrî hate dastserkirin û li cem wan jî hate binçavkirin.

Gabarî di dawiya heyva Nîsanê de li rastî kirîzeke tenduristiyê hatibû û li gor daxuyaniya bijîşkên wî ew li rastî pencşêra pişkê hatibû û derbarê wê yekê hikûmeta herêma Kurdistanê hewilda bû ku wî ji bo nexweşxaneyên Elmaniya feguhîzîn lê felek bilez bû û hunermendê Kurd jiyana xwe ji dest da.

Tê zanîn ku sibeha roja Duşemê 4 gulana 2020an  termê pêşmerge û hunermendê navdar Siîd Gabarî bi xaka Hewlêra paytext hate spartin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button