Break newsNûçeslide

Nûneratiya ENKSê li Ewropa piştgiriya xwe ji bo gireva birçîbûnê daxuyakirin

Yekîtî Media 15/9/2016

Nûneratiya encûmena niştimanî ya Kurd ENKS li Ewropa di daxuyaniyekê de, piştgiriya xwe ji bo gireva birçîbûnê li bargeha ENKSê li Qamişlo li dijî siyaset û kiryarên PYD û binçavkirina serkirde û endamên ENKSê ragihand.

Nûneratiya ENKS li Ewropa doz li hemû rêxistin û dezgehên navnetewî yên mafên mirovan û hemû dezgehên navnetewîyên pêwendîdar bi rewşa Sûriyê kir , ku fişarên xwe li partiya yekîtiya demokrat PYD bikin da ku girtiyên siyasî di zindanên xwe de serbest berdin.

Herweha daxuyaniyê doz li hemû xwecihiyên ENKSê û revendên kurdî li Ewropa kir ku berdewam bin di çalakî û xwepêşandana de li dijî siyasetên PYDê yên çewt û xerab.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button