Gotar

Mîrê çiya

Çiyayê Cudî mîrê çiya
Winê tirba min çêbikin, rasta şêx Mihemed, ser geliya
Rojê sê danan, bibînim sê qeyterê van nêriya
Bila rojê sê caran di ber min re derbas bibin, sê refên van kûviya.

Dema navê Botan dikeve guhê mirov , yekser hiş û bîrên mirov diçe beru çiyayê Cûdî ve.
Heger tu li ser herêm , cografiya , dîrok û Mezebotamiya bi axivî , wê her û her çiyayê Cûdî li ber çavên te be .
Heger tu stranbêj bî , helbestvan bî , dîroknas bî yan nivîskar bî , helbet wê para çiyayê Cûdî di nav berhemên te de hebe .
Çinkû dengbêjên Botan dema dibêjin: çiyayê Cûdî mîrê çiya, tekez ne şaşin , çîrok , serpêhatî û efsanên xwe bi navê Cûdî hûnandine .
Şêx , mela û oldaran, navê Cûdî kirine : Cûdiyê miradan , ango çiyayekî pîroze, li nik bawermendan . çinkû tu çiyayan pêşwaziya geştiya Nûh pêxember nekiriye , ji bilî çiyayê Cûdî pêve , û ji wir cardin mirovatî berdewam bûye , û hin kes dibêjin ku gora Nûh pêxember li bajarê Silopiya ye , û hin dibêjin li bajarê Cizîra Botan hatiye bi xakspartin .
Li seranserî rûberê Kurdistan , bi hezaran kesan navên kur û keçên xwe kirine Cûdî .
Di pirtûka pîroz ya ola misilmanan de, navê çiyayê Cûdî hatiye , navê Cûdî yê kevin (Kardo) bû , kû di navbera bajarê Şernex û bajarê Silopiya ye .

Hin agahî li ser çiyayê Cûdî :
1- bilindahiya çiyayê Cûdî 2114m .
2- çiyayên dora Cûdî :
Ji rojhilat ve, çiyayê Zêrîn e
Ji rojava ve, çiyayê Gabar e
Ji başûr ve ,çiyayê Bêxêr e
3- çemên çiyayê Cûdî :
Ji rojhilat ve, rûbarê Hîzil e
Ji rojava ve, rûbarê Nêrdûş e
Ji başûr ve, rûbarê Dicle ye .
4- çiyayê Cûdî ji bakurê bajarê Cizîra Botan , ji gundê Qesrika gelî beru rojhilat ve diçe , ta dighe çemê Hîzil .
5- çiyayê Cûdî berdewamiya zincîra çiyayê Zagros e .
6- gundên çiyayê Cûdî yên ku ji kevin de hatibûn avakirin , bîst û çar gundin , ev gund hemî nişteciyên wan kurd bûn , ji olên cudabûn , misilman , êzîdî û file . lê mixabin îro ew gund hemî kavilin , bê mirovin , ji bilî sê gundan , ew jî evin : Gite , Bêspin û Nêvro.
Ew 24 gund avabûn, ta salên notan , dema şer û alûzî di navbera gelê kurd û dewleta tirkan de derket , ew şer weke agirê rêlê belav bû , xelk neçar man, ku gundên xwe berdan û berê xwe bidine bajaran .
-Gundên ku li bakûrî çiyayê Cûdî hatibûn avakirin û îro nemane û bûne kavil :
Gundikê Remo , Girindol , Neva kara , Akêl , Cifanê , Heştane , Avka masiya û Dehlê.
Gundên başûrê çiyayê Cûdî ku îro kavilin : Hevler , Şaxê , Silib , Herbol , Bilga , Cilibya,
Dêresor , Derê defşê , Bêşêr , Sorbitmê , Girê çoliya , Dêrikê , Hesana , Kunsera .
7- çiyayê Cûdî beşeke ji herêma Botan , weke ku diyare ji kevin de û ta vê rojê ev herêm zengîne bi saman û mewdanê xwe ve , her û her kesên ku li herêmê dijîn mişext û birçî nebûn , çinkû hemî pêdiviyên jiyanê li herêmê peyda dibin.
Li bakur û başûrê çiyayê Cûdî bi milyonan tonên komerê hene ku gundiyên herêmên tînin û ji xwe re difroşin , dewleta tirkan jî tenûrek li kêleka çiyê avakiriye , ku elektrîkê dide beşekî mezin ji welatê tirkan û bakurê Kurdistan .
Her kehniyek ku ji bin çiya dizêt , gundek li ber ava kehniyê hatiye avakirin , li ber ava çemê kehniyê gundî darên mêweyan , şînkayî û dexl û danan diçînin , jiyana xwe pê berdewamdikin .
Li ber ava hin gundan aşê avê hatibûn avakirin , ku xelkê arvanê xwe lê dikirin . li gundê Bêşêrê du aşê avê hebûn , ta sala 1991 ê jî yek ji wan aşan kar dikir .
Her maleke gundî zeviyeke wan hebû ku tirî , hinar , hilî û hejîr têde diçînin .
Her malekê sewal weke çêlek û pez xudan dikirin , çinkû erdên vale hebûn der û dorên çiyayî . her malek xwedan pez bû , weku nimûne : li gundê Gita sala 1989 an de 130 000 pez , mih û bizin hebûn , li gundê Bêşêrê pezê malekê 3500 mih û bizin hebûn , lê mixabin , sed mixabin piştî sala 1991 an , bi egera şerê di navberan leşkerên tirkan û şervanên kurdan wê demê bîst û yek gund ji gundên çiyayê Cûdî wêran û kavil bûn , bitenê sê gund mane ava.

Adilê Evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button