Nûçe

hevdîtineke li gel Komele û Saziyên Kurdistanî li Berlîn lidarxist

Di Keş û hewayekî pir ji Hestê Netewayatî û Nîştîmanperwerî û ji bo Yekrêziya Mala Kurdistanî li Diyaspora Kurdî , duh roja Duşemî 24.04.2023 Şandê Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya bi serokatiya Rêzdar Nadir Doxatî û herdu Cîgirên serokê Federasyonê Rêzdar Salar Kerkukî û Rêzdar Iqbal Dawed û Xatûn Telar Gulanî endama Rêvebera Federasyonê hevdîtinek û Civîneke berfireh û binirx li gel van Kemele û Saziyên Kurdistanî li Almanya lidarxist:
– Navenda Revenda Kurdistanî li Berlînê bi serokatiya Rêzdar Dr. Dilêr.
– Komela Kurdî û Elmanî bi serokatiya Xatûn Jiyan Şêx Selman .
– Revenda Kurdistanî li Bajarê Wolfsburg bi serokatiya Rêzdar Hemîd Îbrahîm .
– Revenda Kurdî li hundir û dervey Welat bi serokatiya Rêzdar Fayeq Emînî.
– Komela Dostayetî Elmanî – Sûrî li Bajarê Meissen bi serokatiya Rêzdar Îqbal Daûd.
– Komela Zozik bi serokatiya Rêzdar Letîf Xoşnaw.
Di vê Civînêde gutûbêjên girîng li ser pêşeroja rewşa Revenda Kurdistanî û Kar û Xebata Netewî , Civakî û xurtkirina peywendiyan li Diyasporayê hatin kirin. Hejiye bêjîn ev Civîneke gelek erênî bû û cihê dilxweşiya hemu aliyekî bû û Soz û Peyman li ser berdewambûna kar û Xebata xwe ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê.

Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî Yekrêziya Mala Kurdistanî

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya
Kurdischer Rat in Deutschland e. V.
25.04.2023

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button