Nûçe

Kongreya Encûmena Hemahengî Kurdistaniyên bi rûmet

Ji bo raya giştî!
Kongreya Encûmena Hemahengî Kurdistaniyên bi rûmet!
Encûmena Hemahengî bi navê jin, jiyan, azadî û bi diruşma “kurdistanî bifikre û cîhanî bixebite” yekemîn kongreya xwe di rojên 28 – 30 Nîsan a 2023 li bajarê Hamminkeln li Almaniya birêve bir.
EH bi vîziyona dewleta ji dûr, stratejiya hêza nerm û serweriya îradeya sivîl li diyasporayê, kar û barên xwe destpê kir.
Ev kongre bi beşdariya 120 kes hate lidar xistin. Nûnerên 84 komele û 5 Federasiyonan têde amade bûn. %43 jin û %32 ciwan têde beşdar bûn. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û kurdên Qefqaziyayê beşdarvan amade bûn.
13 dezgehên Kurdistanî jî têde beşdarî kirin. Ji aliyekî din jî civîna rojnamvanî serkeftî qediya û alavên sereke ên masmediyaya kurdî kongreyê rûmal kirin.
Kongre ji şeş rûniştinên sereke pêkhat. Xebata dû salan ya EH hate nirxandin. Kar û barên Federasiyonan hatin hilsengandin û li ser Konferansa Cîhaniya Kurd jî biriyarên dîrokî hatin sitendin.
Herwiha kongre cihekî taybet da xebata ciwanan. Li ser xebata jinan û rewşa şoreşa jin, jiyan, azadî li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî gengeşe derbas bûn.
Ji bo bilindkirina asta zanistî û zaniyariya endaman jî dû panel hatin pêşkêş kirin:
1. Encûmena Hemahengî, vîziyon, stratejî, armanc û taktîk 2. Diyaspora, kûrahiya stratejîk û dewleta ji dûr
EH di kongreya xwe de planên stratejîk diyar kirin û ji bo vê jî biriyarên giring sitendin.
Encûmena Hemahengî

Herwiha ji bilî pejirandina destûra xwe, desteya rêvebir a nû, desteya çavdêrî û şopandin, desteya amadekar a Konferansa Cîhaniya Kurd û desteya amadekar a Tora Ciwanên Kurdistanî jî hatin hilbijartin.
Kongre di ahengeka taybet û hemasî de, bi coş, azim, îrade, bawerî û serkeftiyane bi dawî hat.
Bijî îradeya sivîl a Kurdistanî
EH 04/05/2023

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button