Break newsNûçeslide

Mesrûr Barzanî : me biryar da referandûmê bikin

Yekîtî Media 17/5/2017

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî simînareke taybet li Waşingtonê li dezgeha bi navûdeng a Heritage pêşkêş kir û ragihand, me biryar da referandûmê bikin, bo ji xelkê xwe bipirsin, ew çawa li pêşeroja xwe ligel Bexdayê dinêrên û dadirêjin.

Mesrûr Barzanî got: “Her çend e DAIŞ di warê leşkerî de têk diçe, lê divê bizanin piştî DAIŞê çi rû dide. Baweriya me hemûyan wiha bû ku divê rêkeftineke nû ya siyasî di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê de hebe. Gelek pêkhate li Iraqê hene û karîgeriya şerê DAIŞê li ser wan hemûyan hebû, bi awayekî ji awayan rûbirûyî gef metirsiyan bûn.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, “Pêwîst e careke dikin şaş nekin û nebêjin ku DAIŞ tenê girft e, DAIŞ tenê ji encama pirsgirêk û qeyranan e û serî hildaye. Hebûna DAIŞê vedigere şikestina sîstema siyasî ya li navçê ye.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Nêrîna û nexşerêya me heye û dixwazin karibin vê nêrîn û nexşerêyê ligel Bexda û welatên herêmê guftûgo bikin, bo karibin çareseriyekê peyda bikin û aştî û aramî li herêma me û navçeya pêk bînin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button