Break newsNûçeslide

Meşextên gundewarên Şamê li Efrînê tên akencîkirin

Yekîtî Media
Duh 35 basên barkirî bi malbatên meşextên devera Dimêr ya ser bi Xûta Rojhilatê Şamê ve, gihiştin kampa Cindirêsê ya başûrê Efrînê.
Derbarê wê mijarê, yekî ji wan meşextan diyar kir, ku roja Pêncşemê 19 Nîsanê 2018, nêzîkî 1500 kes ji zarok jin û çekdarên opozisyonê bi riya wan basan ji navçeya Dimêr derketin û duh roja Înê, li kampa Cindirêsê hatin akincîkirin.
Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku xelk ji bajarê Rihêbê yê gundewarên Şamê jî têne derxistin û ji bo Efrînê tên veguhestin.
Medya ya opzisyona Sûryê ragihand, ku basên barkirî bi xelkê ji bajarê Rihêbê ber bi bajarê Efrînê birê ketine.
Li gorî jêderên opozisyonê, derdora 25 basan ji wê deverê derketine û ji bo Efrînê hatine şandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button