Break newsNûçeslide

Li tev binpêkirinan Agirbest li Sûriyê hîn berdewam e

Yekîtî Media 2/1/2017

Agirbesta ku li Sûriyê hatiya ragihandin hîn berdewam e, lê metirsî ji binpêkirina wê heye û pêşbîn e dan û standinên aştiyê werin lidarxistin, lê hin grûpên çekdar yên bi ser rêjîma Sûriyê ve li hin deveran agirbestê binpê dikin.

Ta niha agirbesta di navbera rêjîma Sûriyê û hêzên opozîsyonê de berdewam e, Rûsya diyar dike ku ew metirsîdar e ji binpêkirina vê agirbestê, ji ber wê yekê jî pêwîstî bi çavdêriyeke berdewam heye.

Pêşbîne di heyama heyvekê de danûstandinên aştiyê li Asîtanê werin lidarxistin, lê ta niha gelek kêseyên binpêkirina agirbestê hatine tomarkirin. Hêzên rêjîmê bi 12 bermîlên teqîner devera Bereda li derdora Şamê topbaran kirin û çekdarên Îranî başûrî Helebê topbaran kirin, herwiha hin kêse li gundewarê Idlib û Hemayê jî hatin tomarkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button