Break newsNûçeslide

Li Hesekê şer û pevçûn di navbera asayişên PYDê û hêzên Rêjîma Sûrî hîn berdewam in

Yekîtî Media 4/7/2016

Di encama şer û pevçûnên di navbera asayişan û hêza cewherî yên bi ser partiya yekîtiya demoqrat PYDê ve , û hêzên berevaniya niştimanî yên bi ser Rêjîmê ve  li bajarê Hesekê jinekê ji taxa Ezîziyê jiyana xwe ji dest da û hejmarek kesên sivîl birîndar bûn.

Şer û pevçûn di navbera herdû aliyan de destpêkir dema ku hêzên Rêjîmê bi topek hawin  girûpeke hêzên cewherî armanc kirin û di encama wê êrîşê de 15 endamên hêza cewherî birîndar ketin.

Di wî şerî de hemû cûreyên çekan hatin bikaranîn û ta vê gavê ew şer li navenda bajêr û taxa Neşwa rojhilat berdewam e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button