NûçeRaportslideUncategorized

Ji ber metirsiya belavbûna Korona cejna mamosteyê Kurd ne hat vejandin

Yekiti Media

Di roja 26ê meha nîsanê de sala 2006ê çend kesên hêja li bajarê ‘Amûdê’ civînek li darxistin , encamên wê civîné avakirina komîteyekê bi navê “Komîta Celadet Bedirxan ya hokirina zimanê kurdî”

Û wekû rêzgirtin bo keda mîrê a.b.c ya zimanê kurdî bi tîpên latînî mîr Celadet

Ev roj hate ragihandin ji layî vê komîteyê bi navê “cejna mamosteyê kurd”.

Bi van gotinanan rêveberê komîta Celadet Bedirxan ya Hokirina Zimanê Kurdî Ismaîl Sînan bîranîna boneya 2020 ya cejna mamostê Kurd vejand bi şêweyekî cêwaz ji her salan.

Rêveberiya Komîtê ji ber metrsiya belavbûna veyrûsa Korona covid19 tu aheng li darnexistin û tu mamoste xelat ne kirin û bi tenê di riya daxuyaniyek biçûk اn li ser malpera civakî Fêsbûk li ser dîroka damezrandina komîtê û destnîşan kirina bîranîna zayîna mîr Celadet weke cejna mamostê Kurd ev roj vejandin.

Hêja ye gotinê ku her sal di 26Nîsanê Komîtê aheng li dardixist û bawername li s  derçûyên xulên fêrkirin ziman belav dikir, û di heman helkeftê de mamosteyeke Kurd  xwedan ked û xebat  xelat di kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button